dengubas
Roja cejna rojiyê û bibûna çilrojiya heval Ali Salih,komek heval û berpirsyarên partya me(partya demoqrata kurdî ya pêşverû li sûriya)di pêşiya wan de sekretêrê partyê heval Aziz Dawid,çûn gundê Kelhê ser gora hevalê Ali,li wê derê gotina komita navendî hat xwendin û seydayê Keleş ristek xwend herwiha gotina malbata rehmetî jî hebû..li jêr van gotinan bixwînin
Malbat Û mirovên rehmeti
Hevalėn Bera demoqratiya kurd li Sûri
heval Û dostên hêja
iro di çilrojiya çûna hevalê hêja (bavê Kesra)ber
Dilovaniya xwe dê Û di vê roja pîroz de roja Cejna
Rojyê , em li ser gora wî dighin hev
em komdibin . bê gumane ev ghandin rÛmeta
xebatė ye û granbuhayek mezine ji têkoşînê re
Ji vê riya dûr û dirêj re
ku bi hezaran li ser meşiya ne û di meşin û ne
westiya ne û dimînin ew hevalên bi rûmet û rast û durist û serfiraz û serbilind û gav li pêş
ji bo rakirin û birrina zulm û zordestiya ku li
ser milletê Kurd li Sûriyê û pêkanîna mafê wiyê
netewî û jiyanek bi rûmet û serfiraz û azad.
Hevalê Elî Salih di sala 1952 de hatiye dinê
û livî gundê Kelhê Zarotiya xwe derbas kiriye û
li Kelhê û li Dêrikê xwendina xwe qedandiye û li
Kelhê bi karê mamostatiyê rabû ye û zarokên milletê xwe bi xwendin da ne
û bi hestên wan re bi hêviyên wan re roj bi
roj jiyana xwe bi wanre buhurandi ye
û di dawiya dehekê şeşan de tevli tevger û rêxis-
tina milletê xweni netewî bû ye û bû ye hindamek di partiya xwe de partiya (p-d-p-k-s) û bi
baweriyek bilind û tund û drus , xebatek dû-
drêj kiri ye û rojekė Ew di baweriya xwede qels û
sist ne bû ye û ji armanc û daxwazėn partiya
xwe nehatiye xwarê û serê xwe ji kelem û stem
û mereziyan re neçimandiye û her ma ye heva-
leki dilovan û rastgo û berpirsiyar û ma ezîzê
ber dilê hemû heval û hogir û dost û hemû xelkên
ku ji nêzîk ew nas dikirin û her wiha hemû xebat-
karên ku ew nas dikirin têkiliyên xwe pêre didan
grêdan û hemû xebatkar li cemwi wek heval û b- rayên wî bûn
Lê wilo çûna hevalê Eli bivê lez û zûbûnê xesa-
Retek pir mezin bû ne tenê ji partya xwe re belê
Ji millet û tevgera wî re ji
Ey hevalė Eli tiştė ku di dilê mede ma ewe ku
Tu çû û te xatir ji me ne xwest belki di baweriya te de weku em dibînin tu di nav mede bi ruh û
Can dimîne û gav bi gav bi mere van kaş û newalan û van gund û bajaran tevan li hev dide
Û li bîra meye ku tu mal bimal di geriya ji bo
armanc û nişan û nerînên partiya xwe bi gelê xwe
bide naskirin û te balavokên partiya xwe li tevan
digerandin û te nav di milletê xwe dida û te xebat
her dewam dikir
lê tiştê di dil de dima te serê xwe dani û te kul û derdên milletê kurd bi xwere birin gorê
lê dîsa hêviyeke mezin bi tere hebû ku te ba-
wer dikir ku wê rojek xweş û geş bidi asmanê
Kurdistanê û ew hêvi û gumanên tebûn ku te bi
Xwere birin gorê
lė ya pir xweş ku te stêra sibehê bilind dît û
pirsa milletê kurd di wareki freh û bi nîşanek bilind roj bi roj berû pêş ve diçe
û tevi hevalėn partiya te partiya (p-d-p-k-s)
û hevalên Bereya demoqrati di gel komita wê ya
herêmî xebitîn
Ewê karibin dara xebatê bidin avdan û rêka
Ku te dabû ser wê bimine riyek pîroz riya kurda-
Yetiyê û merovaniyê
Hevalên delal bi navê komita navendî û hemû
hevalên partiya (p-d-p-k-s) em spasiya we tevan
dikin û ji were silav û hurmet .
Rista seydayê Keleş
Eli Salih
Eli salih ji hevalan cuda bǔ
Li nik me ew gelek hêja buha bû
Cihê wî nayê dagirtin tu caran
Bi mêranî bi karê xwe dira bû
şev û rojan diber gel de dikir lez
Gelek xurt bû wekî lat û Çiya bû
Li ser te dil birîndarim hevalo
Tu havalkî pir hêja û birra bû
Wekî wî kes nebû ku kar dibir ser
Ne ez bêjim her kes zanî wiha bû
Tu rêber bû ji bo xortan bi carek
Li van gund û li bajaran teva bû
Serî rake heval û xort te hiştin
Te nîvco hişt mafê gelê te ma bû
Te destê me çima niha te berda
Xebata te dinav gelde xuya bû
Heta saxim ezê pesnên te bêjim
Çiku zanim ji millet re fida bû
Te xatirjî ji me ne xwest hevalo
Me nan û xwê bihevre xwar ne wabû
Te em hiştin ji cihanê te darê
Dema çûna te zanim ne niha bû
Te em kuştin hevaltî ne wisa ye
Li qûnaxa xwe kerwan ne giha bû
Zeri digrîn li ser te tev şev û roj
Kezeb û gewriya wan tev ziwa bû
Li te mizgîn tu bêxem pal de razê
Gelê kurdî ji her kes ve xuya bû
Li ber me wê bibe ruhnî bizanib
Serî rake binêr bayê me ra bû
Li her der va liser me xweş dibêjin
Ji şehîdan re bêje deng bela bû
Bi zarê xwe emê ser best bixwînin
Gelê me tev bivê şapatê şa bû
Tu mizgînê bide şehîdê kurdan
Dilê wan xweş bike qozê me ra bû
Emêjî bêne meydanê bi carek
Wekî her kes heqê me va xuya bû
Neyar tevde bi tayêne ditirsin
Demoqratî tê mela wan xera bû
Agir ghaye ber der hew vedimr,
Nema zanin wê çibkin rê nema bû
Hezar rehmet li gora te bibarî
Li cem yezdan bi mêranî peya bû
Te kêmayî nekir mala te ava
Ruwê te va sipî qedir buha bû
Ne tirse her cihê te xweş buhiş te
Ji xêrê re wî yezdanî tu da bû
S - Keleş- 30 -11-2002 – Qamişlo